Bi xêr hatin

Atilla Durak & Şaban Dayanan
Malpera me, bi du zimanên ku li Tirkiyê herî zêde tên axaftin, hate nûjenkirin. Em hêvî dikin ku bi vekirina beşa kurdî, ziman û însan hinek din jî nêzî hevbin û aştiya cîhanê jî ji vê sûd bigre.  Hûnê di gera xwe ya malpera me de agahiyên li derhaq çalakiyên me yên Tirkiyê û dinyayê, bibînin. Kêfxweşiya me ya herî mezin ne tenê ew e ku hûnê ji çalakiyên me agahdar bibin; kêfxweşiyekî me jî ew e ku em bi vê hewldana xwe ya nû her weha xizmeta demokrasiyê jî dikin.

Di malpera me de agahiyên li derhaq demokrasî, ekolojî, polîtîkayên siyaseta derve û ewlekariyê ku her weha bingeha prensîbên me ye cîh digre. Ji bilî van agahiyan bername û çalakiyên li welat û dervayî welat yên bi hevşîrîkên projeyên me jî, di malperê de hene.

Em hêvî dikin ku gera we ya malperê wê kêrî we were û hûnê bikaribin jê îstifade bikin.

Li gel rêz û silavên me. Bimînin di xweşiyê de.

Niwênerîya Komeleya Heinrich Boll Stiftung ya Tirkiyê”

Demokratîzebûn

Konferans

Konferansa Şer, Bîr û Cînsiyeta Civakî

Konferansa ku bi şîrikatiya Xebatên Cînsiyeta Civakî û Foruma Xebatên Jin ya Zanîngeha Sabanci û Zanîngehe Central European ve bi navê “Konferansa Şer, Bîr û Cînsiyeta Civakî” were çêkirin, bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ve ew ê 22-23ê Gulanê li salona Cezayîr Restaurantê pêk were. dûmahîk»

Gengeşiyên Femînîzmê 2012

- Komeleya Hevkariya Jinan ya Amargî, bi alîkariya Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ve bi navê “Ji Rojên Borî Ta Roja Me Dersên Dîroka Femînîst û Berhemên Femînîzmê” rojên gengeşiyên femînîst amade dike. Bi van gengeşiyên femînîst ku cara dûyemîne tên çêkirin, hem esasên femînîzmê û hem jî dîroka pêşketina femînîzmê, bi peyvên ku îro jî di ezmona femînîzmê de tên bikaranîn, ew ê carekî din bi gengeşiyên nûjen li ber çavan werin raxistin. dûmahîk»

Ekolojî

December 13, 2010 - Wextê reforma mezin hatiye. Çandinî bi dijwariyên ku dive werin derbaskirin re rû bi rû maye: Guhertina îklîmê, wendabûnên mezin yên cûreyên nebat û heywanan, arîşeya avê ya ku hîn jî çareseriya wê nehatiye dîtin, hewcedariyên civakê û çandiniyeke di navenda ekonomiya dinyê de, rêjeya bêkariyê ya ku li hinek herêmên gundewar zêde bûye û li kêleka bêhêvîtiyê, qrîza çandiniya ku her diçe giran dibe. dûmahîk»
barbara unmüssig

Bankaya Dinyayê û Fînansekirina Suruştê: IMF û Bankaya Dinyayê dikarin dermanê çareseriyê bin? (II)

- Konseya Suruştê ya Dinyayê û IMF, bêyî ku ji hev hayîdarbin tiştên wekî hev dibêjin: Dewletên herî xizan û xizanên civatên herî paşdemayî, hem ji aloziya suruştê, hem jî ji aloziya gilover ya aboriyê û ya fînansê, zêdetir mexdûr bûne. Di vê rewşa bêçare de Bankaya Dinyayê, wekî dermana çareseriyê tê wezîfedarkirin. Ji ber vê yekê deynên ku wê di sê salên pêşî de bide (nêzîkî 100 mîlyar dolar) zêdekir. Her weha ji bo banka û tîcaretê jî bernameyên nû yên krediyê amadekir. dûmahîk»

Di navbera bazarên fînansê û polîtîkayên şuruştê de: IMF û Bankaya Dinyayê dikarin dermanê çareseriyê bin?

- Civînên bilind yên navneteweyî bi lez û bez didomin. Di navbera Civînên Bilind yê Şuruştê yên li Pittsburg û Kopenhagê, civînên salane yê Bankaya Dinyayê û IMF’ê (Fona Dirafê ya Navneteweyî), wê di 4 û 7’ê Çiriya Pêşînê li Stenbolê bicive. Her du sazî jî bi aloziya glover yê bazarê û aloziya şuruştê, bi awayekî rasteqînî vedigerin qada çareseriyê. Barbara Unmuβig, Seroka Hevbeş ya Komeleya Heinrich Böll Stiftungê, di navberekî de bîlanço derdixe dûmahîk»

Destpêk

Zanîngeha Zanînê ya Stenbolê-Bernameya Lîsansa Bilind ya Polîtîka û Aboriya Navnetewî û Komeleya Heinrich Boll Stiftung, wê di 3’ê Çiriya Paşîna 2009’an de li kampusa Dolapdereyê Zanîngeha Zanînê li ser sedemên aloziya aborî, aloziya dorhêlê, xizanî û rolên saziyên navnetewî, bi navê “IMF-Bankaya Dinyayê: Lêgerînên Rexneyî” konferansekî navnetewî çêbike. more»

Civîna 3. ya Hewldana Pêşketina Gundewarî

- Hewldana Pêşketinvanên Gundewarî, bi alîkariya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di 3-4ê Tîrmeha 2009an de, li navçeya Seferîhîsar ya Îzmîrê, bi navê “Di Pêvajoya YE de Rewşa Cotkarên Piçûk û Qadên Pirsgirêkan” wê civîna xwe ya sêyem li dar xîne dûmahîk»

Polîtîkayên Derve û Emnahiyê

Gengeşiyên Polîtîkaya Derveyî ya Tirkiyê

October 19, 2009 - Em wekî niwêneriya Komeleya Heinrich Boll Stiftung ya Tirkiyê, bernameyekî nû didin destpêkirin da ku emê di vê bernameyê de polîtîkaya derveyî yê Tirkiyê bi hemû awayên ve bikaribin binirxînin. Amanca bernameyê me ew e ku emê di vê bernameyê de ji bilî destpêkirina gengeşiya di polîtîkayê derveyî de rûmet û ehlaq; emê bersîva pirsa nêzbûna Tirkiyeyê bi Ewropa û Transatlantîkê, wê tesîrekî çawa bike jî bigerin. Her weha di vê gengeşiyê de rola hukumeta Tirkiyeyê û perspektîfa wî jî bê lêpirsîn. Ewilîn pêngava bernameyê bi 3 civînên masayê gilovêr ya ku li Stenbol, Bruksel û Bêrlînê bê çêkirin, destpê bike. Civîn wê bi awayekî girtî û bi zimanê Îngîlîzî bê çêkirin dumahîk»
foto

Programa Pevguhertina Rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê

- Weqfa Hrant Dînk ya Navneteweyî, bi alîkariya Komeleya Heinrich Boll Stiftung di Gulana 2009an de, bi armanca ku di nav rojnamevanên Tirkiye û Ermenîstanê de têkiliyan xurtir bike, di pêşerojê de hevkariyên nuh ava bikin û di nav her du welatan de agahdariyek rast bi rêyên baştir pêk bînin derket rê. dûmahîk»

Weşanên Me

Leşker-Siyaset

Di vê pirtukê de pêşkeşî û gengeşiyên ku Komeleya Heînrîch Boll Stîftung di 20-21ê Çiriya Paşînê 2009an de li Stenbolê bi navê “Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê: Têkîliyên Leşker-Sîwîl, Sektora Ewlekariyê û Kontrola Sîwîl” çêkiribû cîh digrin. Hûn pirtûkê dikarin ji rupela me ya webê bidestxin. Her weha hûn dikarin şiklê PDFê jî ji vê de rê daxînin. Dûmahîk»