Weşanên Me
yayin için fotoğraf
Gualtiero CC-licence
Hun dikarin ji vê derê bêyî ku heqekî bidin weşanên Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftungê bixwazin.

boell@boell-tr.org

 

DİSA Pirtûka"Kula Ziman" Hat Weşandin

Bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de mafekî mirovî ye. Gelek ji wan deqên ku çarçoweya huqûqa hevçerx diyar dikin, perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî mafekî destnîşan dikin ji bo mirovan; herwiha dabînkirina vî mafî wekî berpirsyariyeke dewletê ya xizmetguzariya yeksan a li hemwelatiyan dibînin. Lewma, bar û berpirsiyariya dewletê ye ku hewl bide şert û tedbîrên ji bo îstifadekirina ji vî mafî teqez û cîbicî bike.

“Kula Ziman” hêvîdar e ku piştevan û hander be ji bo berdewambûn û kûrtirbûna nîqaşên ku îro derheqê bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de têne gerandin û, herwiha, li Tirkiyeyê –bikaranîna kurdî di perwedeyê de jî tê de - têgihiştineke pirzimanî bê pêşxistin di perwerdeyê de. dûmahîk»

Leşker-Siyaset

- Di vê pirtukê de pêşkeşî û gengeşiyên ku Komeleya Heînrîch Boll Stîftung di 20-21ê Çiriya Paşînê 2009an de li Stenbolê bi navê “Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê: Têkîliyên Leşker-Sîwîl, Sektora Ewlekariyê û Kontrola Sîwîl” çêkiribû cîh digrin. Hûn pirtûkê dikarin ji rupela me ya webê bidestxin. Her weha hûn dikarin şiklê PDFê jî ji vê de rê daxînin. Dûmahîk»

Ewil kovara hemcînsbazên Kurd: Hevjîn

- Hewildana Hevjîn LGBTT (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Travestî, Transseksuel) ku ev 3 sal e xebatên xwe li Diyarbekirê didomîne, bi navê “Hevjîn” kovarekî derxist. Armanca derxistina kovarê ew e ku kesên LGBTT yên li Diyarbekir û di herêma Rojhilatê Başûr de dijîn bikaribin xwe bighînin LGBTTyên din, her weha cûdarengiya LGBTTyiyan eşkere bikin û bi taybetî jî gengeşiya li ser pirsgirêkên homofobî û cûdaxwaziyê, bikaribin li herêma Rojhilatê Başûr de jî pêkbînin dûmahîk»

Weşanên

Koçberiya Mecbûrî û Diyarbekir

- Navenda Pêşketinê ji bo rewşa mexdûrên koçberiyê bizanibe û jiyana wan ê rojane fambike û bide famkirin, lêkolînekî berfireh çêkir. Ev lêkolîna ji alî Komeleya Heînrîch Boll Stîftungê ve bi navê “Koçberiya Mecbûrî û Diyarbekir” hate çapkirin. dûmahîk»
kitap kapağı

Li Tirkiyeyê Kurd

- Di pêvajoya aşitiyê de hewcedariyên sereke.
Di vê pirtûkê de, axaftin û niqaşên di konferansa li Diyarbekirê ya di sala 2007an de, bi navê “Li Tirkiyeyê Kurd: Ji bo Aşitiyê Hewcedariyên Sereke” hatine weşandin dûmahîk»

Garantiya Demokrasiyê

- Teblîxên di konferansa bi navê “Wek Garantiya Sîstemek Zagonî ya Azadîxwaz û Demokratîk Mafên Sereke û Rûmeta Mirovatiyê, YE, Almanya û Tirkiye” di 30-31ê Gulana 2008an de li Zanîngeha Bîlgî hat li dar xistin cîh distînin dûmahîk»

Berdariya enerjiyê – Pirtûka teknîk

Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, bi armanca ku alîkariya berdariya enerjiyê bike, ji bo rêvebiriyên herêmî bi navê “Berdariya Enerjiyê-Pirtûka Teknîk” broşurek weşandiye dûmahîk»
kitap kapağı

Pirtûka berdariya enerjiyê

- Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, bi armanca ku alîkariya berdariya enerjiyê bike, ji bo rêvebiriyên herêmî “Broşura Berdariya Enerjiyê û Lê Hay bûnê” weşandiye dûmahîk»

Pirtûka Destan ya ji bo Pêşketina Gundewarî

Weşana Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, Stenbol, Cotmeh 2007.
Di vê pirtûkê de me xwest ku, em di derheq pêşketina gundewarî ya li YE û Tirkiyeyê we agahdar bikin. Hun dikarin ji malpera me ya înternetê vê pirtûkê sîparîş bikin dûmahîk»

kitap kapağı

Li Tirkiyeyê Niqaşên Cinsî yên Civakî

Ev konferans ji teref Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung û Baroya Diyarbekirê bi hevkarî hat li dar xistin. Li vir, ji bo çareseriyek sîwîl ya pirsgirêka Kurd ramanên nuh tên pêşniyar kirin dûmahîk»

kitap kapağı

Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod

Ev nivîs ji civîna ku Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di 5 û 6ê Nîsana 2008an de li Stenbolê bi navê “Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod” û ji civîna di 17-18yê meha yanzdem ya 2007an de li Mêrdînê bi navê “di fotograf de jin jî heye!” hatiye berhev kirin dûmahîk»

kitap kapağı

Gava pirsgirêka Ermenan tê niqaş kirin

Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di Adara 2006an de bi navê “Gava pirsgirêka Ermenan tê niqaş kirin” pirtûkek weşand. Hun dikarin vê pirtûkê ji malpera me sîparîş bikin dûmahîk»