Rêvebirê Buroyê

Dr. Ulrike Dufner
Dr.Ulrike Dufner, ji sala 2004an vir ve li Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung dixebite. Di van beşan de pispor e: Têkiliyên navneteweyî, siyaseta derve, çareserkirina pirsgirêkan, Tirkiye û welatên Rojhilata Navîn.
Du salan li Wezareta Derve ya Almanyayê, li maseyên Tirkiye û Qafqasyaya Başûr xebitiye.
Ji sala 1996an heta 2002an jî, li Parlemena Almanya, di grûba meclîsa Yekîtî 90 / Kesk de, şêwirmendiya têkiliyên navneteweyî, çareseriya pirsgirêkan û Tirkiyeyê kiriye.
Dufner, li Almanyayê di tevgerên femînîst, aşitî û hawirdor de bi awayekî çalak cîh stendiye. Lêkolînên xwe li Misir û Tirkiyeyê domandiye. Di sala 1996an de di beşên Zanyariyên Siyasî, Tirkolojî û Dîrokên Nuh de xelata doktorayê bi dest xistiye.

Ji bo têkildariyê;
ulrike.dufner@tr.boell.org

Asîstanê Buroyê

Banu Yayla
Piştî Lîseya Awûstûryayê, Beşa Rêvebiriya Tûrîzm û Otêlê ya Zanîngeha Bogazîçî xelas kir. Gelek sal li acenteyên seyahetê û Rêyên Hewayî yên Sîngapûrê wek Mudûrê Tûrîzmê xebitî.
Di van beşan de pispor e: Outgoing, Incoming, Incentive, organîzasyona Kongre û Semînerên Navneteweyî. Piştî ku teqawît bû, ji Îlona 2008an vir ve, li Komeleya Heinrich Boll Stiftung, ji bo karên organîzasyona ofîs û civînan dixebite.

Ji bo têkildariyê;
banu.yayla@tr.boell.org

Fînans

Saynur Gürçay Bıkım
Di sala 1985an de Beşa Perwerdeya Zimanên Biyanî ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê xelas kir. Di salên 1987-1991ê de li Îzler Derî A.Ş. wek berpirsiyara îmalatê, di salên 1992-1996an de li Feyer Tekstîlê wek asîstana rêvebir, di salên 1996-1997an de Li Telewîzyona Alman, ARD wek asîstana produksiyonê xebitî. Di salên 1997-2004an de li Gemex wek nûnerê muşteriyan xebitî. Di sala 2004an de qederekî li Telewîzyona Alman, ARD xebitî. Ji Nîsana 2005an vir ve li Komeleya Heinrich Boll Stiftung wek berpirsiyara fînansê dixebite.

Ji bo têkildariyê;
saynur.gurcay@tr.boell.org

Kordînatorê Projeyê

Semahat Sevim
Di sala 2000an de Beşa Pirtûkxaneya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Stenbolê xelas kir. Ji sala 2001ê vir de li Komeleya Heinrich Boll Stiftung dixebite. Heta sala 2006an li Komeleya Heinrich Boll Stiftung di karê amade kirina malpera webê de xebitî, organîzatoriya civîn û ofîsê kir. Ji sala 2007an vir ve wek koordînatora projeyan dixebite.

Ji bo têkildariyê;
semahat.sevim@tr.boell.org

Kordînatorê Projeyê

Yonca Verdioğlu
Di sala 1997an de li Zanîngeha Stenbolê, di Zanyariyên Perwerdeya Zimanên Biyanî ya Fakulteya Edebiyatê de Beşa Almanî xelas kir. Di alên 1997-2000an de Asîstaniya Heyeta Rêvebir ya Şahînler Holdîng A.Ş. kir. Di salên 2000-2002an de Dîrektoriya Ragihandinê ya Print İletişim Hizmetleri A.Ş. kir. Di salên 2003-2008an de wek Berpirsiyara DOB Beşa Hûnandinê ya Modavizyon Tekstil San.û Tic.A.Ş. xebitî. Aniha li Zanîngeha Stenbolê, di beşa Zanyariya Xebatên Jinan ya Enstîtuya Zanyariyên Civakî de perwerdeya Lîsansa Bilind dibîne. Ji Adara 2008an vir ve li Komeleya Heinrich Boll Stiftung wek Koordînatora Projeyan dixebite.

Ji bo têkildariyê;
yonca.verdioglu@tr.boell.org

Kordînatorê Projeyê

Nükhet Oğan Atakan
Piştî perwerdeya li Zanîngeha Teknîk ya Rojhilata Navîn du salan li sektora taybet di karê weşangeriya ser masê de xebitî. Di sala 2000an de li Zanîngeha Kolnê ya li Almanya, wek beşa sereke Xebatên Rojhilat, wek beşên alîkar jî Fîlolojiya Alman û Felsefe xwend. Perwerdeya xwe di meha yekem ya 2007an de bi dereceya lisansa bilind xelas kir. Teza bi sernivîsa “Helwesta Mafên Mirovî ya Mazlûm-Dera ku Rêxistinek Mafên Mirovî ya Îslamî ye” amade kir. Ji 1ê Nîsana 2007an vir ve li Komeleya Heinrich Boll Stiftung wek Koordînatora Projeyan dixebite.

Ji bo têkildariyê;
nogan@boell.tr.org