Ekoloji
Wek Komeleya Heinrich Boll Stiftung; em ekolojiyê beşeke sereke ya siyasetê dibînin. Ji bo jiyanek domdar di warê pratîk û ramanî de cîh bistîne, bi awayekî radîqal em dikarin çi bikin? Em lêpirsîna vêya dikin û hewl didin ku ji bo vêya siyasetekê li dar xînin.
Programa me ya ekolojiyê ji van sernivîsan pêk tên; guhertina av û hewayê, enerjî û pêşketina domdar. Li Tirkiyeyê komeleya me ji bo van karan hewl dide; ji bo guhertina av û hewayê stendina tevdîran, ji bo hilberîna enerjiyê divê ji dêvla ardûyên fosîl yên wek komir, gaza xwezayî û neftê yên tên nuh kirin wek roj, ba pirtir bên bi kar anîn; pêşketina gundewarî divê bi xwezayê re li hev be. Di van xebatên xwe de em bi Saziyên Civakî yen Sîwîl û mirovên zanyar re hevkariyê dikin.
Em dizanin ku; qrîzek av û hewayê ya pir mezin di rojeva dinyaya me de ye. Germbûna kûreyî ya pir bi lez tê ciyekî bêveger, pêşeroja mirovatiyê tehdît dike. Bikaranîna çavkaniyên xwezayî ya xerab, pêşketina aborî ya bandorek neyînî li ekolojiya dinyayê dike û gemarî bûyina hawirdor hewce dike ku em hemû rewşên jiyana xwe di ber çav re derbas bikin.
Wek di gotinek bavû kalan de hatiye gotin;
“Me dinyaya xwe ji bav û kalên xwe wek mîras nestend, me ji zarokên xwe deyin kir.”




.jpg)



