Koçberiya Mecbûrî
TESEV, ji sala 2007an vir ve, “Plana Çalakiya Wanê” ya Walîtiya Wanê bi Programa Pêşxistina Neteweyên Yekbûyî (UNDP) re, ji bo koçberên mecbûrî amade kiriye dişopîne. Di derheq vêya de, bi navê “li Tirkiyeyê ji bo koçberan çareseriyek rasteqînî gengaz (mumkun) e? Nirxandina Plana Çalakiya Wanê” raporek, di Gulana 2009an de ji raya giştî re hat weşandin.
TESEV, bi vê konferansa ku wê li Wanê pêk bê, armanc dike ku vê raporê ji niqaşan re veke û vê mijarê têxe rojeva hukûmetê û raya giştî. Teblîxên vê konferansê wê paşê, ji bo ku nûnerên hukûmetê, aktîwîstên navneteweyî yên li ser vê mijarê dixebitin û saziyên civaka sîwîl yên herêmî, neteweyî û navneteweyî ji wan sûd wergirin wê bên weşandin.
TESEV, bi vê konferansê armanc dike ku, saziyên civaka sîwîl û hukûmet, ji bo vê pirsgirikê li gor standartên navneteweyî siyasetan li dar bixin.
Hun dikarin ji dosyayên pêvekirî bigîhêjin programa konferansê.




.jpg)



