Nûnertiya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, alîkariya projeya Kaos-gl ya bi navê “Meyldariya Cinsî û di Gerîneka Nasnameya Cinsî de Jin” dike. Bi vê projeyê em hêvî dikin ku, him raya giştî nasname û hebûna homoseksuel, bîseksuel û transeksuelan bibîne, him jî LGBT “pircurebûyina çandî” ya civaka xwe ferq bike û li hember cudatiyên xwe hestyar be. Ji bo ku têgîhiştina homoseksuelan bê guhertin, em hewl didin ku wan bi çalakiyên çandî û hunerî û bi raya giştî re pirtir bînin cem hev.
Em hewl didin ku gotûbêjan di nav grûbên olî û cinsî de pêk bînin da ku yên bi nasnameyên homoseksuelî pirsgirêkên cuda dijîn werin cem hev. Gotûbêj wê di nav mehên duyem û yanzdem yên 2009an de bi akademîsyenên di vê babetê de dixebitin, pispor, nûnerên saziyên civaka sîwîl û aktîwîstên homoseksuel re çêbibin. Ev gotûbêj wê di dawiya salê de wek pirtûk bê amade kirin û bi raya giştî re bê hevpar kirin.
Ji bo zanîna pirtir; www.kaosgl.com




.jpg)



