BEYANA ÇAPEMENIYÊ
Navnîşana Çareseriyê Parlamento ye
Girtina DTP’ê, xetera şerê ku 25 sal e bi awayekî xwînavî didome zêde dike û her weha hêviya çekbetalkirinê jî dişkîne. Bi vê yekê ve girêdayî, xetera ku wê civat ber bi pevçûnekî mezin ve here, li pêş me ye. Di vê rewşê de pêwîstiya me ya herî mezin bi awayekî rikdarî dijberiya şer û pevçûn e; divê ji bo çareseriyekî aştiyane riya parlamentoyê û qada siyaseta demokratîk bi biryardarî were bikaranîn.

Em însanên ku bawerî bi aştî, wekhevî, biratiyê tînin û yekane riya çareserkirina pirsa kurdî jî di parlamentoyê de dibînin, di serî de bang li hukumetê dikin û her weha, çiqas di beyana xwe de eşkere kiribin jî wê ji parlamentoyê îstifa bikin, bang li niwênerên siyasî ya kurda dikin ku ji bo pirsgirêkên heyî bi riya siyaset û demokrasiyê were çareserkirin, bêrawestan hewl bidin û tevbigerin.

Adalet Agaoglu
Alî Balkiz
Aydin Engîn
Ayşe Erzan
Baskin Oran
Burhan Şenatalar
Erol Katircioglu
Fevzî Gumuş
Fuat Keyman
Gencay Gursoy
Huseyîn Ergun
Mîthat Sancar
Murat Belge
Orhan Sîlîer
Osman Kavala
Oya Baydar
Omer Laçîner
Samî Evren
Seyfettîn Gursel
Suleyman Çelebî