Damezrenêren Komeleya Îzmîrê Sêgoşeyê ReşPembe bi desturnameyê komeleyê û belgeyên din yên pêwîst, 20’ê Sibatê 2009’an de serî li Muduriyeta Beşa Komeleyan ya li Îzmîrê didin û dixwazin ku komeleya xwe damezrînin. Piştî ku destûrnameya komeleyê tê lêkolan, hin daxwaz û babetên destûrê dijî Makezagonê ku ji xalên “Ehlaqa Giştî” û “Avabûna Malbatî ya Tirka” re dijber e, tê şirovekirin û bi daxwaza Walîtiya Îzmîrê der heqê komeleyê de bi hewla Dozgeriya Komarî doza girtinê vedibe. Ji bo ku kesayetiyên LGBT’yê dema kar û barên xwe didomînin tuşî astengiyekî neyên û bi azadî bikaribin xwe îfade bikin; her weha mafê wan ê jiyanî bê parastin û hebûnên xwe yên civakî, çandî û aboriyê bi azadî pêkbînin, divê bi tu cûdabûnê re rû be rû nebin. Çalakiya Sêgoşeyê ReşPembe Naye Girtin / Pelamara Azadiya Rêxistinîbûnê wê bi piştgiriya Komeleya Heînrîch Boll Stîftûngê, roja şemiyê, di 6’ê Sibatê 2010’an de, saet 2’yê piştî nîvro, bi meşa “Nebe Astengê Komeleya Min, Kujdaran Bigre” destpê dike.
Ji bo agahiya dehî fireh http://siyahpembe.org/index.asp