Ewil kovara hemcînsbazên Kurd: Hevjîn
Hewildana Hevjîn LGBTT (Lezbiyen, Gay, Bîseksuel, Travestî, Transseksuel) ku ev 3 sal e xebatên xwe li Diyarbekirê didomîne, bi navê “Hevjîn” kovarekî derxist. Armanca derxistina kovarê ew e ku kesên LGBTT yên li Diyarbekir û di herêma Rojhilatê Başûr de dijîn bikaribin xwe bighînin LGBTTyên din, her weha cûdarengiya LGBTTyiyan eşkere bikin û bi taybetî jî gengeşiya li ser pirsgirêkên homofobî û cûdaxwaziyê, bikaribin li herêma Rojhilatê Başûr de jî pêkbînin. Hewildana Hevjîn LGBTT, dixwaze bi riya vê kovarê xwe bighîne kesên din yên LGBTT û xwe bi vî awayî wekî derdorekî kovarê rêxistin bikin. Bi vê armanca xwe ve girêdayî ew e kovara xwe li ser înternetê jî biweşînin û wê bi riya têkildariya webê xwe bikaribin bighînin LGBTTyiyên eşkere û dizî jî…

Kovarê ku wê di sala 2010an de wê bi tevayî 5 jimar derkeve, di jimara xwe ya ewil de babeta “vebuyîn”ê wekî dosyayekî vebijartî ye. Di jimara ewil de bi babeta “vebûyîn”ê ve kesên LGBTT yên kurd, xwe eşkere dikin û dibêjin, “Hemcînsbaz û transseksuelên kurd jî hene.”