Wek Komeleya Heinrich Boll Stiftung; em dixwazin tev li hewldanên ji bo parastina çand û azadiyên li Tirkiyeyê bibin.
Armanca me ya sereke, alîkarî kirin û pêş ve xistina baweriya demokrasiyek azadîxwaz û beşdarî ye. Parastin û hilberîna çanda piralî, vatiniya demokrasiyê ya sereke ye. Em jî; gava li pirsgirêkên ku em dixwazin çareser bikin dinêrin, hemû ol û şiklên rêvebiriyê bi tevayî didin ber çav, bi gelek awayan bêtirs hewl didin ku rêyên çareseriyê derxînin holê. Di xebatên xwe de em bi Saziyên Civakî yên Sîwîl yên Tirkiyeyê û mirovên zanyar re di nav hevkariyê de ne. Em mijarên ku li Tirkiyeyê wek tabû tên dîtin ji niqaşê re vedikin. Em dixwazin di pêvajoya demokratîk bûyinê de alîkariya derdorên ku dengên wan nayê bihîstin bikin; hewl didin ku cudatiyên etnîk, olî an jî cinsî ji holê rabin û ji bo derdorên ji hev cuda wekheviya firsendê daxwaz dikin. Bi van armancan li qada demokrasiyê em li gor çar sernivîsan xebatên xwe didomînin;
- YE (Yekîtiya Ewropa) û pêvajoya reforman,
- Ol û demokrasî,
- Mîlîtarîzm û pirsgirêka Kurd,
- Mijarên wek tabû tên dîtin; dubendîperestî, neteweperestî, ji paşerojê hesab pirsîn…
Wek ku Heinrich Boll dibêje;
“Rastîparêzî bi mudaxîl bûyinê gengaz dibe.”




.jpg)



