“Nifşê nevîyan: “ Ez dixwazim zazakî hîn bibim.”

Paşxane

Heke mirov bala xwe bide nifşekî ku xwe ji referansên netewe-dewletê rizgar kiriye û kelepora çandî ya ku demeke dirêj dûçarî tepeserkirinê bûye ji nû ve keşf dikin, hingî mirov dikare bibîne ku çîrokên koçberîyê çawa rengên raser-neteweyî[1] û raser-çandî wergirin.

 

[1] ulus-ötesi/ transnational

Halil

Ev nivîsar, li ser bingeheke raser-neteweyî û raser-çandî[1], balê dikêşe ser perspektîfa Ruyayê[1] ya ku nevîya malbateka ji têkelbûna komên çandî yên cuda pêkhatî ye.  Nivîsar hem qala çîrokên koçberîyê yên wê û malbata wê dike, hem jî nîşan dide ka wê çawa ji kêşeyên mîna aîdbûn, temsîlîyet û beşdarîyê ra serederî kiriye. Ev xebat xwe dispêre encamên lêkolînên etnografîk ên ku min demeke dirêj kirine û min tê da qala pêvajoya nasnameyî, tecrûbeyên dîkekirinê[2] û stratejîyên xwexurtkirinê yên malbatên karkerên koçber ên pirnifşî kiriye.

Ruya di dema amadekirina nivîsarê da gihaşt temene reşîdbûnê û di hilbijartinên dawîn ên Almanyayê da cara pêşî dengê xwe bi kar anî. Lê belê dapîr û bapîrê wê yên ku li Almanyayê dijîn, lê ne hemwelatîyê Almanyayê ne, wekî zêdetirî deh milyon mirovên di heman rewşê da nekarîn dengê xwe bi kar bînin. Dêûbavê dêya Ruyayê, piştî ku dîwarê Berlînê hatiye lêkirin bi çend salan wekî “karkerên mêvan” ji Tirkiyeyê (bi navê xwe yê hingê) hatine rojavayê Almanyayê. Dêûbavê bavê wê jî ji Yewnanîstana hingê wekî penaberên siyasî hatine Almanyaya Rojhilat.

Dayika Ruyayê li gundekî li Tirkiyeyê hatiye ser rûyê cîhanê, bavê wê li Almanyaya Rojhilat, xalê wê li Almanyaya Rojava ji dayik bûne. Ew bi xwe, birayê wê, tevî zarokên ap, met, xal û xaltîyên wê jî piştî ku dîwar hildiweşe, li bajarên cur bi cur ên Almanyaya yekbûyî hatine cîhanê.

Dapîr û bapîrên Ruyayê piştî heyameke dirêj û dijwar ên xebatê, nêzîkî 20 salan berî niha  piştî ku malnişîn bûne, demekê di navbera welatên ku jê hatine û welatê ku lê bi cih bûne da, anku di navbera Almanya-Tirkiye û Almanya-Yewnanistanê da wan dest bi çûnûhatinekê kiriye. Van rêwîtîyan û vê rûtîna ku li ser jiyana li cihên cur bi cur ava bûbû, berdewam dike heta ku kalikê Ruyayê yê ji hêla bavê, nexweş dikeve û jiyana xwe ji dest dide.  Êdî dapîra wê hewcedarî lênêrînê bû. Gora bapîrê wê niha li Goristana Yewnanan a li Neustadtê ye. Ev bajarê ku li navenda Ewropayê cih digire û her tim di navbera Rojhilat û Rojava da bûye bajarê koçberîya kozmopolît, ji nişka ve ji gelek nifşên ji malbatên dê û bavê Ruyayê ra bûye cih û war. Zarok û nevîyên malbatê jî tevî hemû astengîyên neteweyî, çandî-etnîkî, olî û zimanî bûne ferdên wisa ku hem di navbera welatan da diçin û tên hem jî piran ava dikin. 

Li alîyekî jî hem li welatê ku koçberî wir bûne, hem jî li welatê xwe bi awayekî ku heq dikin, nehatine pejirandin. Ev rewş hem ji bo karkerên mêvan ên Almanya Rojava, hem jî ji bo karkerên penaberên bi peyman ên Almanyaya Rojhilat lê ye.

Di nişfên nevî yên li biyanistanê da vejîna tiştên tepeserkirî ku jibîrbûna wan dihat xwestin

“Tiştê ku zêde kêfa min jê ra nayê, ew e ku me nekarîye zazakî hîn bibin. Ez girîngîyê nadim tirkî. Zimanê ku ez dixwazim hîn bibim zazakî ye. Ez hest pê dikim ku rehên min di vî zimanî da veşartî ne. Ez dixwazim bi hemû şaneyên xwe vî zimanî rabihîzim (his bikim). Ji ber ku zazakî roj bi roj ji dest diçe. Heke rojekê zarokên min çêbin, ez ê ji wan ra bibêjim, “Hin tiştên ku ez dixwazim hûn hîn bibin hene.”

Bapîrê Ruyayê lêqewimîyekî erdhêjê ye, ew di dawîya salên 1960î da wekî “karkerê mêvan” ji Dêrsimê hatiye Almanyayê. Piştî demeke dirêj,  pêşî wî hevjîna xwe Gulperî, piştra jî her çar zarokên xwe anîne Almanyayê. Dayika Ruyayê Gul, yek ji van zarokan e. Zarokeke malbatê jî li Almanyayê hatiye cîhanê û li pey wê jî nêvîyên wan çêbûne. Ew jî hemû wekî Ruyaya ku niha diçe zanîngehê, li vê derê hatine dinyayê û li vir mezin bûne.

Endamên malbatê heta koçberîyê bi giranî bi zazakî axivîne. Dayê Gulberî her wekî berê niha jî bi tenê bi zazakî, a rast bi zimanekî ji zazakî-tirkî tevlihev dipeyive.

Dêya Ruyayê Gul di destpêka salên 70yî da, di heft salîya xwe da hate Neustadtê û dema ku dest bi dibistanê kir, rasterast li pola ku ji bo zarokên karkerên mêvan hatibûn amadekirin qeyda wê hate çêkirin. Li fêrgehê cara pêşî hînî tirkî bû, lê belê zimanê xwe yê dayikê zazakî ji bîr kir. Wekî zarokeke ku bi zazakî dipeyive, pêşî hevalên wê yên binyat-tirkiyeyî[3] ew nepejirand.  Dema ku derbasî pola tevlihev bû, îcar wekî tirk hate pênasekirin û dîsa ew nehat pejirandin. Gulê li vê dera ku tevî malbata xwe wekî koçber hatibûyê, hem bi nasnameya xwe ya ku zazakî dida wê hesiya û hem jî her du nasnameyên biyanî nas kirin ku wan Gulê wekî biyanî pênase dikir û ew nedigirt nav xwe. Ji ber ku du komên ku bi awayekî fermî hatine pejirandin û li gorî wê xwedan statû ne ew nepejirand, wê jî bi stratejîyeke binhişîn zimanê malbata xwe zazakî tepeser kir û ji bîr kir. Ew pêşî hînî zimanê almanî bû ku zimanê piranîya civakê bû û piştra jî hînî tirkî bû ku ew jî di nav civaka koçber da serdest bû.

Malbata dêya Ruyayê, dema ku li Tirkiyeyê li Tovarê dijîya, zazakî hê zimanekî qedexe bû ku hebûna wî nedihat pejirandin. Ev ziman ji tirkî cudatir e, zimanekî di nav koma zimanê îranî ya ji malbata Hind-Ewropî ye.  Li Tirkiyeyê tekane zimanê fermî tirkî bû, îro jî wisa ye.  Hesen û malbata wî di heman demê da ji ber ku elewî ne bi bawerîya xwe jî cuda bûn ji mezheba sunî ya ku di nav civakê da serdest e û dewlet wê rewa dibîne.

Bi rêya bibîranîn, hevrûbûn û lihevhatinê tedawîkirin

Ji Terteleya Dêrsimê ya1938an ku hêşta pê ra hevrûbûn çênebûye bigire, heta qirkirinên plankirî yên ku li Meraş û Sêwazê pêk hatin, ji wir jî em werin teveka cureyên cudakerî û perawêzxistinê yên îro pêk tên, di çarçoveyeke berfireh da înkar, cudakerî, pest û pêkutîyan mora xwe li dîrok û serborîyên elewîyên ku bi zazakî dipeyivin xist. Her wekî tiştên ku hatine serê ermen, xiristîyan û kurdan. Sîya wê dîroka ku pê ra hevrûbûnek çênebûye, hê jî li ser pişta Tirkiye û komên li biyanistanê yên ji Tirkiyeyê barekî giran pêk tîne. Bibîranîn, pê ra hevrûbûn, hesabê wê dîtin û di dawîyê da jî vekirina rêya aştîyeke mayende û tedawîkirin, ji bo komên ku li Almanyayê dijîn jî karekî bivênevê ye. Di roja me ya îroyîn da koçberîya raser-neteweyî û nîqaşên rexneyî yên ku ew derî lê vedike û girêdayî wê jî, desttêwerdanên mirovên reşik, xwecihî û ne çermspî [2], bi taybetî jî tecrûbeyên hevreng ên têkildarî cudakerî û regezperestîya kolonyal, dibe ku nîqaşeke piralî ya bibîranînê a ku derfeta pevrahizirînê pêk tîne, bide destpêkirin.

Wekî pratîkeke ku li dijî cudakerîya civakî û regezperestîyê bikêrbûna xwe peyitandiye, takîye, anku li cihê gelemperî veşartin û qalnekirina cudatîyên xwe, di nava nifşên berî Ruyayê da wekî stratejîyeke xweparastin û mana li jiyanê hatibû ceribandin û testkirin. Ruya di jêgirana li jor da dêya xwe ji ber ku kelepora xwe ya çandî û zimanî derbasî wê û nifşa wê nekiriye, rexne dike, pê ra  jî diyar dike ku vê kevneşopîya teqlîdê di nava malbatê da piştî koçkirina Almanyayê, heta nifşa nevîyan a li biyanistanê jî berdewam kiriye. Ruya li alîyekî li bal xwe ve vê rewşê dide ber lêpirsîneke rexneyî û diyar dike ku ew dixwaze zazakî hîn bibe û li alîyê din ji ew daxwaza xwe ya ji bo ku nifşên berê vê takîyeya hundirîn derbasî nifşên nû nekin, îfade dike.

Kelepora çandî ya takekesî û malbatî û kolektîf a ku hewldana tepeserkirin, herifandin, jibîrbûna wê hatiye kirin, di nimûneya me da bi motîvasyona nifşên paşê û bi rêya bikaranîna çalak a zimên vejiyandina zimanê zazakî, di psîkolojîya civakî û zanistên civaknasî û koçberîyê da wekî diyardeyekê baş tê nasîn.  Ruya bi vî awayî qala vê diyardeyê dike ku di zanistê da wekî “rakenda civakî[4]” tê binavkirin.

“Bi min ra bi gelemperî ev tişt pêk tê: Ez bi hest û dilînên bav û kalên xwe ra peywendîyeke xurt pêk tînim. Ez çendî zêde tiştan der barê wan da hîn bibim, ev peywendî xurttir dibe… Belkî bi we wekî tiştekî sosret were, lê ez bi awayekî wê janê jî dikêşim. Dema ew nekarin bi zimanê xwe bipeyivin, bi çanda xwe bijîn, ez jî heman hest û dilînan radibihîzim. Paşî jî ez wisa dihizirim ku madem wan ev qas jan kêşaye, divê ez vê yekê heta dawîyê bidim der.”

Li alîyê din empatîya ku Ruya bi serborîyên perçiqandinê yên nifşên berî xwe ra pêk tîne, ne tiştekî xeyalî ye, berevajî vê yekê, ew bi xwe jî bi gelek cudakerî û regezperestîyan ra rû bi rû maye, ev empatî jî li ser vê bingeha van tecrûbeyên wê bi xwe pêk tê.  Ji bo Ruyayê di dema koçberîya raser-neteweyî ya ku malbata wê jiyaye da, rastîyeke civakî-takekesî ya bi referansên cur bi cur ên olî, zimanî, çandî, etnîk, neteweyî tijî teşe girtiye. Ev cure rewşên xumamîya durehî û pircurebûna bitevger, ji hêla komên neteweyî yên mîna Almanya, Tirkiye û Yewnanistanê ve ku wekî pêkhateyên yekreng hatine sewirandin û ji hêla kes û komên ku xwe bi vî awayî dibînin ve wisa bi hêsanî nayên pejirandin.

Ruya berevajî nifşê dê-bav û dapîr-bapîrê xwe, hînî wê yekê bûye ku xwe xurt bike, stratejîyên cur bi cur bi kar bîne, bi alîkarîya nasnameguhastin, têkelkirina nasnameyan, wê karîye xwe li cihekî bi cih bike, her wiha jî di nava xumamîyê da bimîne, wisa jî derîyê xwe ji her cure pozîsyonê ra vekirî bihêle.  Ew bi xwe jî vê rewşê niha rave dike:

 “Heke tu a rast bixwazî, ji bo min vegotina “ez çi me?”, “ez kî me?” pir jî ne girîng e. Bi awayekî giştî ne girîng e ku ez karibim bibêjim ez kî me. Niha tu kî yî? Tu misilman î, yan xiristîyan î? Ka ji min ra bibêje, tu çi yî? Piştî ku we li hev kir bi şûn da, ev yek qet ne girîng e. Ez dibêjim qey her tim ez xwe bi awayekî li cihekî bi cih dikim. Ramanên min ne statîk in; tiştê girîng ev e ku mirov vekirî be, divê tu bi ramanên xwe ve nezeliqî, wisa nemînî, tu her roj bi mirovên nû ve hev nas dikî. “

Koçberî guher(andin)în û jiyana di nava veguherîna domdar da ye

Koçberî wekî tiştekî xweserî kesan xuya dike. Lê di rastîya xwe da ew diyardeyeke civakî ye. Di asta mîkro da koçberî bi piranî bi têkilîyên malbatî ra dikeve nava hev, ji bo takekesan, ji veqetîn û serpêhatîyên windakirinê heta pest û pêkutîyên adaptasyonê, gelek zehmetî û astengîyan di nava xwe da dihewîne. Lê belê tevgerên koçkirinê bi alîyekî xwe jî tên wateya rizgarbûna ji qalibên ramanî û  xwî û xisletên  hişk, mercên dijwar ên jiyanê. Her wiha jî ew koçberî derfet û hêvîya wê yekê pêk tîne ku mirov ber bi asoyên nû ve baskan li hev bide û bifire.

Her du malbatên Ruyayê jî ji bo jiyaneke di nava veguherînê da mînakên baş pêk tînin. Ruya wekî endama malbatên ku çend nifşên li ser bingeheke raser-neteweyî û raser-çandî tevlihevbûyî di nava xwe da dihewîne, di kesayetî û jînenîgarîya xwe da pircurebûn, durehbûn, çîrokên nû yên jiyanê, rastîyên civakî û çavkanîyên nû yên awayên têkilîdanîn û xwe bicihkirinê derdixe holê ku ew çend nifş in berdewam dikin.

Welat û civakên ku ji alîyê çandî û civakî ve Ruya pê ve girêdayî ye, anku Almanya, Tirkiye û Yewnanistan naxwazin fehm bikin û bipejîrinin ku cihêrengîyên wan, rastîya civakî ya têkildarî koçberîyê di bingehê da rastîya wan bi xwe ye, wate, xwevekirina ji pêvajoya veguherîna bastûrî û sazûmanî ra bi wan dijwar tê.  Li hêla din bikerên koçberîyê, tevî xwe, bi awayekî mayende û bêveger, mora xwe li vê rastîyê daye û wan ev rastî guhartiye.

Dema mirov bi vî çavî lê binêre,  jînenîgarîya Ruyayê û malbata wê, hewldana afirîner a pêkanîna nasnameyekê ku van digihîne hev, vîzyon û nîşaneyên pêkvejiyana pêkan û aktuel derdixe holê. Lê,  rêya pêkanîna vê yekê jî têkoşîneke berxwedêr û hevgirtî ya li dijî her cure cudakerî û regezperestîyê ye. Her wiha divê qîmeta her celeb reng û cureyên civakî yên ku koçberîyê mora xwe lê daye were zanîn, ew werin parastin û xurtkirin. Koçberî wekî pêvajoyeke mayende, zelal a têkelbûn û verisînê, bi kirdarîyên afirîner, divê ji sînor û bendên pergalan wêdatir biçe, ji tiştên nû û cihêreng ra vekirî be, her tim di nava herikîn û veguherînê da be û biguher(în)e.


[1] Navên kes û cihan hatine guhartin .

[2] Black, Indigenous and People of Color (BIPoC)

 

[1] kültürler-ötesi/ transcultural

[2]  ötekileştirme/ othering 

 

[3] Türkiye kökenli

[4] sosyal kalıtım/ social heredity