Mamosteyê Zanîngeha Artûklû Cuma Çiçek û Mamosteyê Zanîngeha Dîcle Vahap Coşkun ji bo Weqfa Aştiyê (Barış Vakfı), bi navê “Pêvajoya Çareseriyê ya ji Dolmabahçe heta Îro: Fahmkirina Serneketinê û Pêdekirina Rêyeke Nuh” raporek amade kirine.
Bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de mafekî mirovî ye. Gelek ji wan deqên ku çarçoweya huqûqa hevçerx diyar dikin, perwerdeya bi zimanê zikmakî wekî mafekî destnîşan dikin ji bo mirovan; herwiha dabînkirina vî mafî wekî berpirsyariyeke dewletê ya xizmetguzariya yeksan a li hemwelatiyan dibînin. Lewma, bar û berpirsiyariya dewletê ye ku hewl bide şert û tedbîrên ji bo îstifadekirina ji vî mafî teqez û cîbicî bike.
“Kula Ziman” hêvîdar e ku piştevan û hander be ji bo berdewambûn û kûrtirbûna nîqaşên ku îro derheqê bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de têne gerandin û, herwiha, li Tirkiyeyê –bikaranîna kurdî di perwedeyê de jî tê de - têgihiştineke pirzimanî bê pêşxistin di perwerdeyê de.
Di vê pirtukê de pêşkeşî û gengeşiyên ku Komeleya Heînrîch Boll Stîftung di 20-21ê Çiriya Paşînê 2009an de li Stenbolê bi navê “Di Siyaseta Tirkiyê de Rola Artêşê: Têkîliyên Leşker-Sîwîl, Sektora Ewlekariyê û Kontrola Sîwîl” çêkiribû cîh digrin. Hûn pirtûkê dikarin ji rupela me ya webê bidestxin. Her weha hûn dikarin şiklê PDFê jî ji vê de rê daxînin.
Di pêvajoya aşitiyê de hewcedariyên sereke. Di vê pirtûkê de, axaftin û niqaşên di konferansa li Diyarbekirê ya di sala 2007an de, bi navê “Li Tirkiyeyê Kurd: Ji bo Aşitiyê Hewcedariyên Sereke” hatine weşandin
Weşana Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, Stenbol, Cotmeh 2007. Di vê pirtûkê de me xwest ku, em di derheq pêşketina gundewarî ya li YE û Tirkiyeyê we agahdar bikin. Hun dikarin ji malpera me ya înternetê vê pirtûkê sîparîş bikin
Ev nivîs ji civîna ku Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di 5 û 6ê Nîsana 2008an de li Stenbolê bi navê “Li Tirkiyeyê bi paşerojê re hesab dîtin: Ziman û metod” û ji civîna di 17-18yê meha yanzdem ya 2007an de li Mêrdînê bi navê “di fotograf de jin jî heye!” hatiye berhev kirin
Ev konferans ji teref Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung û Baroya Diyarbekirê bi hevkarî hat li dar xistin. Li vir, ji bo çareseriyek sîwîl ya pirsgirêka Kurd ramanên nuh tên pêşniyar kirin
Niwêneriya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Boll Stiftung, di Adara 2006an de bi navê “Gava pirsgirêka Ermenan tê niqaş kirin” pirtûkek weşand. Hun dikarin vê pirtûkê ji malpera me sîparîş bikin